Break newsNûçeslide

Komîta Navendî ya Partiya Yekîtî Ya Kurd civîna xwe ya mehane girêda

Yekîtî Media 11/1/2017

Komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd civîna xwe ya mehane a normal di 9 çile de girêda, û di destpêkê de endamên komîta navendî kêlîkek bêdeng li ser giyanê endamê komîta herêmî ya partiyê li Dêrikê Tac Eddîn Qedrî Ebdilxenî rawestiyan, ku roja 6 çile koça dawî kir di encama kirîzeke dil de.

Komîta navnedî li ser raporên rêxistinên partiyê li hundir û derveyî welêt rawestiya, û biryarin giring standin jibo aktîvkirina karê rêxistinî û rola partiyê di nav milet de, herweha komîtê berdewambûna binçavkirina herdû serkirdeyên ENKS ( Ebdela Gedo û Mihemed Ismaîl û hevalên wan) di zindanên PYD de bi tundî şermezarkir, û tekezkir li ser giringiya berdewamkirina çalakî û mangirtinan ta ku girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Herweha di civînê de, belavkirina reşnivîsa destûra ENKSê bi rengekî ne fermî li ser ragihandinê gengeşekir, û diyarkir ku ev yek cihê ne rehetiyê bû , û tekezkir ku ev destûr hat nivîsandin piştî danûstandinên berfireh di navbera kesên pispor di yasa de û siyasetmedarên Kurd de, civîna komîta yasayî ya ENKS vexwend kir ku hemû rayan û rexnan li ser vê reşnivîsa wergire û wê serrast bike daku bighêje asta daxwazên miletê Kurd û pêkhatên deverê di Sûriyeke fedral û demoqrat de, û di hundirê wê de herêma Kurdistana Sûrî ya fedral ava bibe, û destûrek taybet pê hebe.

Li ser vexwendina Himêmîmê ji rex serkirdeyê leşkerî yê Rûsî bo tevgera siyasî ya kurdî, komîta navendî helwesta ENKS bilind nirxand ku ew vexwendin redkir, û ji wezareta derve ya Rûsî xwest ku li gel hev li Rûsiyayê bicivin daku pirsa kurdî guftûgo bikin, herweha komîta navendî bi firehî li ser rewşa Helebê rawestiyan, û kiryarên xerakirina bajar û derdana welatiyên sivîl şermezarkir.

Derbarî rêkeftina agirbestê di navbera Rêjîma Sûrî û Rikberiyê de bi sponseriya Rûsiya û Tirkiyê, komîta navendî piştgirya xwe daxuyakirin jibo hemû bizavên navnetewî ku hewla çareseriya pirsgirêka Sûrî dikin li gor biryarên netewên Yekbûyî, û li ser kongirê Asîtana komîta navendî piştgirya helwesta ENKSê kir ku biryara beşdarbûnê wek nûnerê miletê Kurd di vî kongirî de daye.

Û di rewşa Kurdistanê Sûriyê de, komîta navendî acizbûna xwe derbarî hewlin biçûkkirina pirsa kurd û dijatiya projeyê netewî Kurdî daxuyakirin, û doz li hêzên siyasî kurdî kir ku li xwe vegerin û derfeta dîrokî  biçewisînin û nerîn û helwestên xwe bikin yek daku mafê miletê kurd yên rewa bidestxînin di hundirê Sûriyeke Fedral de, herweha civînê piştgiriya xwe ragihand ji bizavên herêma Kurdistana Iraqê re bi serokatiya berêz Mesûd Barzanî jibo mafê çarenivîsê û ragihandina serxwebûnê.

Di dawiya civînê de û bi helkefta sala nû 2017, komîta navendî biryar da ku projeyeke kar ji xwe re deyne, di warê rêxistinî de û di çarçoveya ENKSê de û pêwendiyên giştî, guncaw be bi pêşbîniyên mehên tên re.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button