Break newsRagehandinslide

Komîta Amadekar ya 22emîn Mehrecana Helbesta Kurdî Dest bi Wergirtina Helbestan Dike

Yekîtî Media 1/10/2017

Piştî civîna xwe ya ku roja înê 29/9/2017, ya li Qamişlo li dar ket, Komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî ya 22emîn radigihîne ku ew dê ji îro de dest bi wergirtina helbestan bike, ji helbestvanên ku dixwazin beşdariyê di Mihrecana 22emîn ya helbesta Kurdî li Sûriyê de bikin. û wê wergirtina helbestan ta 20/10/2017 wek dawîtirîn roj berdewam bike.

Û komîta amadekar ji helbestvanên xoşewîst hêvî dike ku berhemên wan ne pir dirêj bin, û berî niha di vê mihrecanê de nehatibin xwendin, û asta wan ya hunerî û afrandyarî baş be û babetî asta Mihrecana helbesta kurdî be.

Hêjayî gotinê ye ku wê helbest li ser malpera mihrecanê ya Facebookê (Mehrecana Helbesta Kurdî) bên wergirtin.

https://www.facebook.com/Mehrecana-Helbesta-Kurd%C3%AE-33…/…

Û her weha wê di riya endamên komîta amadekar re bi dest an li ser “Watsup”ê bên pêşwazîkirin li ser van numareyan:

Dêrik:

Ibrahîm Qasim: (009647824997395)

Tirbesipî û Çilaxe:

Mihemed Şerîf Birhik: (00905458570267)

Qamişlo:

Bavê Helbest: (00963932384882 )

Bavê Hozan : (00905074336314)

Hesekê :

Mişel Osman “Bavê Nisrîn” : (00963932494254)

Komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button