Break newsNûçeslide

Kobanî-Hêzên kurdî ‘kelha DAIŞê’ didin ber topan!

Kobanî – Hêzên kurdî li derdora Koban’ pêşve diçin û bajarê Cerablus; topbaran dikin. Tê gotin hêzên kurdî tenê 3 kîlometran ji Girê Spî (Til Ebyed) dûr in.

Fermandarê Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî ji Rûdawê re ragihand ku li aliyê rojavayê Kobanî hemû gund hatine kontrolkirin û got ku hêzên kurdî gihîştine çemê Feratê û bajarê Cerablusê ku di destê DAIŞê de ye û wek kelha wê tê zanîn, topbaran dikin.

Muslih Zêbarî anî ziman ku li aliyê başûrê Kobanî gundê Xerrûsê hatiye kontrolkirin ku bi tenê 2 kîlometran ji Qereqozaqê dûr e û got ku hîn leşkerên Tirk li Qereqozaqê ne.

Wî fermandarê Pêşmerge li ser eniya rojhilatê Kobanî jî got ku niha şer li gundên Eyn Erûs, Yabise ku 3 kîlometran dûrî Girê Spî ne, didome û got ku di navbera Girê Spî û Reqayê de jî hêzên Artêşa Azad bi piştgiriya hêzên kurdî bi dehan gund kontrol kirine.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button