Break newsNûçeslide

Kobanî: Gundekî din ji DAIŞê hat standin

93300Image1

Kobanî (Rûdaw) – YPGê ragihand ku gundê Memîtê yê Kobanî bi temamî hatiye rizgarkirin û 42 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan karîn di encama operasyonekê de gundê Memîtê yê ku dikeve başûrê Kobanî, ji destê çekdarên DAIŞê derxînin.

YPGê herwiha got ku di şerê rizgarkirina Memîtê de 42 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termên 22 kuştiyên DAIŞê jî ketine destê wan her wiha panzereke DAIŞê jî hatiye rûxandin.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku YPGê li gundê Alîşarê yê ku dikeve rojhilatê Kobanê, jî li dijî çekdarên DAIŞê dest bi êrişê kiriye û di encamê de çend çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Hêzên kurdî her wiha duh jî gundê Termikê yê Kobanî ji destê DAIŞê rizgar kiribûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button