Break newsNûçe

Kerry: Opozîsyona Sûriyê ya lîberal dikare şerê DAÎŞê bike

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry roja înê ligel serokê Hevpeymaniya Niştmaniya Opozîsyona Sûriyê Ehmed el-Cerba li bajarê Ciddayê yê Erebistana Siûdî civiya.
Piştî hevdîtinê, Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand ku Opozîsyona Sûriyê ya lîberal dikare roleke mezin di şerê li dijî DAÎŞê de ne tenê li Sûriyê lê belê li Îraqê jî bilîze.
Li gor ajansên nûçeyan, Kerry herwiha diyar kiriye ku welatî wî niha di qonaxa himbêzkirina pêwendî û hewlan ligel opozîsyona Sûriyê de ye.
Nûnerê Hevpeymaniya Opozîsyonê li welatên Kendavê Edîb Şîşeklî ji çapemeniyê re aşker kir ku her du aliyan mîkanîzmên alîkariya Amerîka ji bo opozisyona Sûriyê guftûgo kirine.
Şîşeklî da zanîn ku serokê Hevpeymaniyê el-Cerba diyar kiriye ku pêwîstiya wan bi alîkariya bêhtir ji Amerîka heye û ji Kerry xwestiyê ku Amerîka herî zû çekên pêşketî radestî şervanên opozîsyonê bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button