Keça Tirbesipiyê li Almanya li ser asta dibistana xwe yekemîn derket

Keça Tirbesipiyê li Almanya li ser asta dibistana xwe yekemîn derket

Yekîtî Media 16/8/2017

Lîloz Omer, keçeke 17 salî ye, Kurd e û ji Tirbesipiyê, ev 3 salin tevî malbata xwe li Almanya dijî, lê li ser asta dibistana xwe li Almanya, di zimanê Almanî de yekemîn derket û bû mijara medyayê.

Li bajarokê Baunatal li nêzîkî Fulda, li dibistana Theodor-Heuss-Schule Lîloz yekemîn derket û vê serketftina wê bala her kesî kişand ku dikarîbû di nava 3 salan de di zimanê Almanî de bibe yekemîn.

Lîloz dibêje ku destpêkê zimanê Almanî bala wê nekişand, lê piştre dikarîbû li ser asta dibistana xwe baştirîn derkeve.