Break newsNûçeslide

Karwanekî serbazî mezin ji artêşa Tirkiyê ber bi Efrînê ve diçe

Yekîtî Media

Îro yekşemê, çavdêrgeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand: “Karwanekî serbazî mezin ji artêşa Tirkiyê, ku ji otombêl û wesayitên serbazî û hejmarek ji serbaz û efseran pêk tê, derbasî parêzgeha Idlibê bûye û ji wir ve, ber bi gundewarên rojavayê Helebê bi rê ve ketiye.”

Çavdêrgeha Sûrî dibêje: “Çaverê ye hêzên Tirkiyê, li navçeya Şêx Eqîl, ku hevsînor e li gel navçeyên di bin kontrola YPGê de li Efrînê û li gundewarên Helebê bicih bibin.”

Herweha diyar kir, li navçeyên nêzîkî navçeyên di bin kontrola YPGê de, tevgerên serbazî ya artêşa Tirkiyê û bi taybet li derdora Efrînê zêde bûye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button