Break newsNûçeslide

Karwaneke nû ji Hêzên Şeibî bi awayekî serkeftî derbasî Efrînê bûn

Yekîtî Media
Ajansa fermî ya Rêjîma Sûriyê SANA ragihand, karwaneke nû ji Hêzên Şeibî gihiştine Efrînê, û berdevkê ragihandina YPGê li Efrînê ragihand ku Hêzên Sûriyê bi awayekî serkeftî gihiştine bajêr.
Berdevkê ragihandina YPGê li Efrînê Rêzan Hido ji medyaya Rûsyayê re ragihand, tevî topbaranê, karwanên Hêzên Şeibî, bi awayekî serkeftî derbasî Efrînê bûne.
Rêzan Hido diyar kir ku di encama bombebaran artêşa Tirkiyê de dema ku karwanê hêzên Şebî derbasî nava Efrînê dibûn bi dehan rojnamevanên ku ew karwan dişopandin birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button