Break newsNûçeslide

Ji bo rojeke Serbixwe û şermezarkirina 100 saliya Peymana Saykes-Picotê

Yekîtî Media 30/4/2016

Di derbarê Peymana Saykes-Picotê û  sedsaliya wê de, hejmarek ji  siyasetmedar, çalakvan û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê di bin duruşma “Ji bo rojeke Serbixwe” û şermezarkirina 100 saliya Peymana Saykes-Picotê, komîteyeke amadekar avakirine û kar li ser wê yekê dikin, ku  roja Şemiyê 14 Gulanê berê xwe bidin bajarê Koln ya Almanya yê û dest bi mangirtineke mezin bikin.

Komîteya Amadekar ya wê mangirtinê, bang li hemû aliyên siyaysî û herwiha gelê her parçeyên Kurdistanê û kesên biyanî yên bi doza Kurd radibin dike, ku beşdariyê di wê mangirtinê de bikin û  peymana  Saykes-Picotê wek “Rojeke Reş” ji welatên cîhanê re nîşan bidin.

Peymana Saykes-Picotê di 14 meha Gulana  sala 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hat îmezekirin,  tê de sînorên Rojhilatana Navîn bi destkeftên şerê cîhanê yê yekem li ser welatiyên Rojava hatin dabeşkirin. Herwiha beşeke Kurdistanê jî ket bin destê Yekîtiya Sofiyêt û navê Kurdistna sor lê hate kirin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button