Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îspanya di bin gefa terorê de ye, 5 kesên din hatin kuştin

Yekîtî Media 18/8/2017

Piştî êrîşên li bajarê Barcelonayê, li bajarê Cambrilsê jî pevçûn derket û di encamê de 5 kes hatine kuştin, kesek jî bi birîndarî hate girtin.

Polîsê Katalan ragihand, ku li bajarê Cambrilsê ya li başûrê Barcelonayê, hêzên ewlekariyê 5 kesên gumanbar kuştine û kesek jî bi birîndarî destgîr kirine.

Hate gotin, ku gumanbaran xwe amade kirine êrîşeke din ê terorîstî encam bidin.

Berpirsên hawarhatinê jî eşkere kirin, ku di dema vê pevçûnê de yek jê polîs, 6 sivîl birîndar bûne. Herwiha rewşa 2 birîndaran jî giran e.

Duh li bajarê Barcelonayê kesekî wesayîtek ajote ser welatiyan de û li nêzîkî cihê bûyerê, du çekdar ketin xwaringehekê û gule bi ser xelkê de reşandin. Di encamê de 13 kes hatine kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.

Piştî vê êrîşê li bajarê Alcanar jî teqînek çêbû û di encamê de kesek mir. DAIŞê berpirsiyariya êrîşan li xwe girtibû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button