Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îranê dijberiya xwe derberî referendûmê anî ziman

Yekîtî Media 21/6/2017

Rêberê olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Xamaney di hevdîtina xwe ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de dijberiya xwe ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê anî ziman.

Xamaney got: Îran li dij perçebûna Iraqê ye. Yên ku mijara serxwebûnê tînin rojevê, li hember nasname û serweriya Iraqê ne.

Herweha Elî Xamaney dijberiya xwe hemberî hêzên Amerîka li Iraqê jî diyarkir. Destnîşankir ku, Iraq divê baweriyê bi Amerîka neyîne û bi çi egerê be, bi nave rahênan an tiştên din jî be, hebûna serbazên Amerîka li Iraqê metirsî ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button