Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îran û Sûriyê xetên sor yên Hevpeymaniya Navdewletî derbas dikin

Yekîtî Media 10/6/2017

Grûpeke ser bi Artêşa Sûriyê ve ji dema 2 salan ve, yekem car e digihê sînorê bi Iraqê û bi 50 k.m ji aliyên bakurê rojhilatê yê deriyê sînorî Tinif yê di bin destê Hevpeymaniya Navdewletî de.

Rewangeha Sûrî a Mafên Mirovan li ser zarê fermandarekî wê grûpê ragihandiye, ku piştî kontrolkirina hin deverên di destê DAIŞê de wan karîbû bigihin nêzîkî sînor û bi 50 km nêzîkî Tinif.

Sala borî Hevpeymaniya Navdewletî navendeke leşkerî li Tinifê ava kir, ku hêzên Amerîkî û Brîtanî perwerdekirin û rahênankirina hin grûpên “Artêşa Azad” ji nava wan jî Ceyş Mexawîr El-Sewra dike.

Tevî ku Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka ji kêmtirî mehekê ve, 3 caran hişyarî da artêşa Sûriyê û mîlîşyatên ku pê re şer dikin, da ku ji deriyê Tinifê nêzîk nebin.

Berî çend rojan jî Hevpeymaniya Navdewletî grûpeke ser bi artêşa Sûriyê ve ku ji 60 kesî pêk dihat bombebaran kir. Lê hêzên Sûrî û mîlîşyatên Îranî ew hişyarî hemû piştguh kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button