Break newsHevpeyvînslide

Îbrahîm Biro: Pêşmergeyên Rojava bi rêkeftin yan bê rêkeftin dê derbasî Kurdistana Sûriyê bibin

 

Yekîtî Media 15/6/2016

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, ku wan daxwaz ji Herêma Kurdistanê kirine, ku fişarê li PYDê bike, da ku deriyê sînorî tenê bo PYD bikar netê. Herwiha Pêşmergeyên Rojava heta bi heta li Başûrê Kurdistanê namîne, dê derbasî Kurdistana Sûriyê bibe, heger rêkeftin çê bibe, yan çê nebe.”

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di hevdîtinekê de ligel K24ê ragihand, Berpirsê Dosya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî berî meha Remezanê ew agahdar kirin, ku Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî biryara vekirina deriyê sînorî Pêşabûrê daye, ew jî wek alîkareyekê bo xelkê Rojavayê Kurdistanê, herweha bê ku baca gurmikê ji herdu aliyan ve were wergirtin.

Biro nêrîna ENKSê di vekirina deriyê sinorî de xuya kir, ku divê derî bi rêveberiyeke hevbeş ligel Rêveberiya Xweser vebe, da ku xelkê Rojavayê Kurdistanê di warê derbasbûna alîkariyan, xwarin, dermanan û çûnûhatinê sûdê bibîne. Biro aşkere kir jî, ku ew daxwazê ji Herêma Kurdistanê dikin, ku fişarê li PYDê bikin, da ku deriyê sînorî tenê bo PYDê bikar netê.

Derbarê fişara ku ENKS dixwaze ku Herêma Kurditanê li PYDê bike, bi çi awayî be, Biro got: “Jixwe PYD wek çawa dixwaze, dike. Berî çend rojan PYDê daxuyaniyek belav kir û tê de Herêma Kurdistanê û DAIŞ wek hev binav kir, da ku xuya bikin ku Herêma Kurdistanê bûye sedema dorpêçkirina Kurdistana Sûriyê. Ev jî ne rast e. PYD bi tena xwe berpirsyarê dorpêçkirina Kurdistana Sûriyê ye.”

Li ser pirsa ku ENKS PYDê bi kuştin, girtina siyasetmedar û derkirina ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê û desthilateke ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bikar tê, dê ENKS çawa karê hevbeş ligel PYD bike, Biro got: “Jixwe gava PYD vî karî dike, pir zehmet e ku karek pê re were kirin.” Biro diyar kir jî, ku ji ber ku ENKS çalak e, li ser erdê xort e û pêwendiyên wan yên baş bi welatên bihêz û rojava re hene, PYD wisa li wan dike.

Girtina siyasetmedaran

Biro derbarê girtina siyasetedaran ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve da zanîn, ku wan bo vê yekê xwepêşandan kirin û dê di xwepêşandanên xwe de berdewam bin. Biro got jî: “Me gelek raport li ser karên terorî yên PYDê amade kirine û gihandine welatên cîhanê. Ji aliyekî din ve ev kesên ku vî karî dikin, kesên ku ji Partiya Beis û ji desgehên ewlekariya rêjîmê ne, kesên welatparêz digirin û dixine zîndanan.”

Biro aşkere kir jî, wan bi awayekî rojane xwepêşandan birêve nedibirin, da ku milet pir nekeve zehmetiyekê. Lê Biro amaje kir, ku ew wek tevgera siyasî biryarê bistînin ku serhildanekê li dijî siyasetên PYDê heger ew hemû jî bêne girtin û kuştin.

Li ser birêvebirina xwepêşandanan bê wergirtina moletê ji Rêveberiya Xweser, Biro got: “Ev Rêveberî ne rewa ye, ne bi hilbijartinan hatiye, ji ber wê yekê, em nikarin destûrê jê bixwazin. Yek nûneretiya Rêveberiyê li yek welatê cîhanê bi molet nehatiye wergirtin. Her kesek li her welatekî bi navê kesekî yan komeleyekê nivîsgeheke xwe veke, lê li ti welatekî bi navê Rêveberiya Xweser, nûnertiyeke fermî nehatiye vekirin.”

Pêwendiyên PYDê

Li ser piştevaniya Amerîka û Rûsyayê ji PYDê re, Biro diyar kir, kesekî piştevaniya PYDê di warê dîplomasî de nekiriye, tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê alîkariya hêza li ser erdê dikin, tenê pêwendiyên leşkerî ne. Amerîka naxwaze leşkerên xwe bişîne ser erdê, loma çi hêzeke leşkerî hebe, Amerîka alîkariyeke leşkerî pê re dike. PYD heta niha nehatiye naskirin ku cihê wê li kû ye, bi opozîsyonê re yan bi rêjîmê re ye.

Biro amaje bi wê yekê jî kir, ku PYDê ji ber siyasetên wê yên şaş, hemû alî li Sûriyê kirine dijminê xwe û xwe xistiye dorpêçekê, ku dijminayetiyê bi Herêma Kurdistanê, Tirkiye û opozîsyona Sûriyê re bi awayekî aşkere dike. Siyaset jî k utu karibe ji xwe re dostan çê bikî ne dijminan.

Şerê terorê

Derbarê şerê li dijî DAIŞ û terorê de, Biro got: “Heger şerê terorê li kû derê bê kirin baş e, li divê berjewendiya Kurd bê parastin û bi gerantiyeke siyasî be. Pêmergeyên Basûrê Kurdistanê ji du salan de bo operesyona rizgarkirina Mûsilê, beşdar nebûye. Amerîka dibêje emê operesyona Reqayê bikin, PYDê dibêje, ev rast e. heger dibêje em operesyona Cerablusê bikin, PYD dibêje, ev rast e. Amerîka dibêje emê herin Minbicê, PYDê dibêje ev rast e. Ango ti stratîjieke PYDê tune ye.”

Bir got jî: “Yê baştir ku berî Reqa û Minbicê, em Qamişlo, Hesekê û herêmên Kurdî rizgar bikin.”

Pêşmergeyên Rojava

li ser pirsa ku ENKSê dawza kiriye, ku hêza Pêşmergeyên Rojava tevlî HSDê bibe, Biro diyar kir, ku ew dixwazin hêzeke Kurd ya hevbeş ligel hemû aliyên Kurdî û bi serkêşiyeke hevbeş çê bibe, piştre bo berjewendiya Kurd û parastina mafê Kurdî, heger pêwîstî hebe, ewê ligel hêzên din karên hevbeş bikin.

Biro got jî: “Pêşmergeyên Roj ji xortên Kurdistana Sûriyê hatiye avakirin, niha li Başûrê Kurdistanê şerekî tund li dijî terorê dikin, lê bervên wan jî berve Kurdistana Sûriyê ye. Lê ev Pêşmerge heta bi heta li Başûrê Kurdistanê namîne, dê derbasî Kurdistana Sûriyê bibe, heger rêkeftin çê bibe, yan çê nebe.”

Biro got jî: “Heger biryara derbasbûna Kurdistana Sûriyê b dest Pêşmergeyên Rojava de be, niha ewê derbas bibin, lê cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî vê yekê niha nahêle, bo şerê birakujî çê nebe.”

Li ser serdana Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê Enes el-Ebde û daxwaza wî bo desrbasbûna Pêşmergeyên Rojava, Biro diyar kir, ku ne tenê serdana el-Ebdê bo vê pirsê bû. Hemû serokên Îtîlafê serdana Herêma Kurdistanê kirine, bo mijarên penaberan û alîkariyê ku bi wan re tên kirin, bû.

Herwiha Biro amaje kir jî, ku el-Ebde daxwaz kir Pêşmerge wek pêkhateyeke Sûrî derbas bibe û ji bo hemû xaka Sûriyê. Lê ti rêkeftin bo derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo herêmên derveyî herêmên Kurdan li Sûriyê çê nebûye.

Şêx Meqsûd

Derbarê tawanbarkirina serkirdeyên TEV-DEM û PYDê ji ENKSê re, ku ENKSê di çareçoveya Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de ye, hêzên opozîsyonê jî taxa Kurdan li bajarê Helebê topbaran dike, Biro got: “Em di Îtîlafê de karekî siyasî dikin. Me ji PYDê bêhtir topbarankirina Şex Meqsûd şermezar dikin. Em ji PYDê bêhtir pêwendiyê ligel welatan û xelkê Sûrî re dikin, da ku topbarankirina Şêx Meqsûd neyê kirin.”

Bir got jî: “Yê ku divê lêborînê ji şehîdan, dayikên şehîdan, zarokên girtî û şehîdan bike, PYD de ye, yê ku zorê bi neheqî li miletê Kurd dike. Herwiha bi neheqî xelkê me yê Kurd derbider û penaber dike.”

Danûstandinên Cenêvê

Derbarê beşdariya ENKSê di danûstandinên Cenêvê de, biro diyar kir, ku gava ENKSê di danûstandinên Cenêvê de berdewam dike, wek nûnerê gelê Kurd bo berjewendiya mafê Kurd beşdar dibin û li benda ti gotina kesekî nijadperestekî Ereb ya şovenîstekî namînin. Gava PYD nahêle kesek ji bilî wan parastina taxa Sêx Meqsûd bike, ji PYDê tê xwastin ku parastina her şehîdekî yan birîndarekî bike.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button