Break newsNûçeslide

İbrahîm Biro bo Aldar Xelîl: Şoreşa we li dijî miletê Kurd bû

Yekîtî Media 28/12/2016

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro dibêje, gotina serkrideyê TEV-DEMê Aldar Xelîl, ne vekirina deriyê destpêşxeriyê ye, tenê ew gotin gef bû. Biro dibêje şoreşa ku ew nav lê dike, li dijî miletê Kurd bû û şoreşa valakirina Kurdan ji Rojavayê Kurdisanê bû.

Pirsgirêk û mijara li hevhatin û nelihevhatina, TEV-DEM û ENKSê ji destpêka şoreşa Sûriyê û heya niha, hîn weke xwe berdewam e. Di van demên dawiyê de jî Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  Aldar Xelî di kongreya 4emîn ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (PÇKS) ku li bajarê Amûdê birêve çûbû, behsa ENKS kiribû û hebûna ENKSê di nav opozîyonê de weke aliyê neyar nerxandibû. Herwiha gotibû, ew amade ne diyalogê bi ENKSê re bikin.

Serokê ENKSê Ibrahîm Biro bersiva Aldar Xelîl da û got: “Ti vexwendin ji aliyê TEV-DEMê ve nehatine kirin. Gotina ku di kongreyê de hatiye kir, ne ji bo danûstandinê bû, tenê gefek bû.”

Herwiha Biro got jî: “Derbarê rêkeftinên berê yên 50 bi 50 de, heger niha bê pirsîn ka careke din ew yek wek xwe bimîne yan na, ez dibêjim ku proje hatiye guhartin, ji ber ku PYD dest ji projeya netewî ya Kurdî ya di wan rêkeftinan de berdaye.”

Li ser gotina Aldar Xelîl ya dibêje pêwist e ENKSê tevlî şoreşa Rojava bibe, Biro got: “Ew şoreş li dijî kê bû? Ew navê şoreşê lê dikin, hîn berî ku DAIŞ hebe, wê demê û gava navê şoreşê bikar anîn, ew sores li dijî kê bû? Me nedît ku li dijî rêjîmê bû. Tenê şoreşek li dijî miletê Kurd bû û valakirina Kurdistanê Sûriyê bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button