Break newsNûçeslide

Huşyar Zêbarî: Referandûm di dema xwe de tê birêvebirin

Yekîtî Media 13/8/2017

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Huşyar Zêbarî tekez dike, referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona îsal de bi rê ve diçe.

Duh, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Reks Tillerson ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêwendiyeke telefonî kir, tê de Tillerson jê xwastibû dema referandûmê were paşxistin.

Endamê Polîtburoya PDKê Huşyar Zêbarî ji ajansa “Reuters” re derbarê wê pirsê de tekez kir, ti guhartin derbarê dema referandûma roja 25ê Îlonê de nehatiye kirin.

Li gor wê ajansê, ku nîgeraniya Amerîka ji birêvebirina referandûma Herêma Kurdistanê ew e, dibe ku proseya referandûmê, girîngiya jinavbirina DAIŞê piştguh bike.

Berê jî Herêma Kurdistanê soz daye Amerîka û hevpeymanan, ku hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê berdewam dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button