Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hurriyet Daily News: Tirkiyê li dijî serxwebûna Kurdistan ranaweste

Yekîtî Media 27/8/2017

Rojnameya “Hurriyet Daily News” a Tirkî red dike ku welatê wê şerê Herêma Kurdistanê bike, heger ew herêm serbixweya xwe rabigihîne.

Derbarê serxwebûna Kurdistanê, Serokê partiya nejadperest a Tirkiyê Devlet Bahçelî ragihandibû, pêwîst e rê li dewleta Kurdî were girtin, heger ji piştî referandûmê hat ragihandin.

Di hejmara îro de wê rojnameyê pirs kiriye, “Ma Tirkiye dikare rê li ber rapirsiyeke taybet bi serxwebûna Kurdistanê bigire?” Di bersivê de jî nivîsiye: Nexêr.

Rojnamê ew pirs jî kiriye, “Ma Tirkiye dikare şer li dijî Kurdan rabigihîne” Di bersivê de nivîsiye: “Di rastiyê de ew di desthilata Tirkiyê de nîne ku destûrê bide wê pirsê, baştire jî di wê pirsê de bêdeng be.”

Rojnameyê amaje bi wê kiriye, berpirsên Tirk li Enqere û Stenbolê wek kesayetiya dewleta serbixwe pêşwazî li kesayetiyên Kurd dikin û çawa dibe ku ew şerê wê dewletê bikin?

Her di wê çarçovê de, duh Serokwezîrê Binalî Yildirim ragihand, referandûma serxwebûna Kurdistanê ti şerekî li pişt xwe dernaxe.

Yildirim di bersiva Bahçelî de got: “Şer di navbera kê û kê de.. Helwesta me zelal e û di baweriya me de ew e ku rapirsî biyareke şaş e û em ligel Iraqeke yekperçe de ne.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button