Break newsNûçeslide

HSDê operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand

Yekîtî Media 6/6/2017

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Hersa Firatê bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngava dawî ya Pêngava Hersa Firatê ya ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Telal Silo li bajarokê Hezîma yê bakurê Reqayê derbarê operasyona rizgarkirina Reqayê de daxuyanî da û ragihad ku qonaxa rizgarkirina bajarê Reqayê bi navê ʺCenga Mezinʺ destpêkiriye.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destnîşan kir ku hêzên wan bi moraleke bilind û amadekariyeke mezin ji şer re amade ne da ku pîlana leşkerî ya bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê pêk bînin.

Di Çileya 2014ê de DAIŞê Reqa kontrol kir. Piştre jî ew kire paytexta xîlafeta xwe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button