Break newsNûçeslide

HSDê li rojava û başûrê Reqayê pêşve diçe

Yekîtî Media 2/7/2017

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevahya taxên rojavayê bajarê Reqayê dorpêç kirine û  çekdarên DAIŞê jî hewl didin bi êrîşan bersivê bidin Operasyona Hêrsa Feratê.

Li aliyê rojavayê bajarê Reqayê, di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de şerekî dijwar diqewime. Hêzên HSDê derbasî nav taxên Der`ye, Hittîn û Yermûkê bûne. Çekdarên DAIŞê jî li van her sê taxan êrîşî ser şervanan dikin.

Li taxa Qedisiyê ya rojavayê Reqayê de şervanan bi tundî bersiv dan êrîşa DAIŞê û hate gotin, ku di vê pevçûnê de 17 çekdar hatine kuştin. Herwiha cenazeyê 8 çekdaran ketin destê şervanan de.

Li başûrê Reqayê jî hêzên HSDê dest danîne ser tankek, otomobîla koşka û otomobîleke bombebarkirî ya DAIŞê.

Herwiha li gorî ragihandina medyaya nêzîkê HSDê, şervanan gundê El-Huseyin ê başûrê Reqayê kontrol kirine.

Hevpeymanya navdewletî jî bi rêya balafirên şer û şêwirmendên leşkerî, piştevanya operasyonê dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button