Break newsNûçeslide

HSDê 90%  ji bajarokê Mensûra yê rojavayê Reqayê kontrol kiriye

Yekîtî Media 3/6/2017

Hêzên Sûriyeya Demukratîk (HSD) bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ji sedî 90 ji bajarokê Mensûra yê li rojavayê Reqayê kontrol kirin.

HSDê Di daxuyaniyekê de diyar kir, ku hêzên wan şeva borî derbasî bajarokê Mensûra bûne û ji sedî 90 ji wî bajarokî kontrol kirine û tenê du taxên bajêr di destê DAIŞê de mane.

HSDê Got jî,  di şerê wî bajarokî de, bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Bajarokê Mensûra li ser çemê Ferêt e û 30 k.m li rojavayê Reqayê dikeve, Dora 50 hezar kes tê de dijîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button