Break newsNûçeslide

HSD bendava Ferêt radestî rêjîma Sûriyê dike

Yekîtî Media 14/5/2017

Rojnameyeke nêzîkî hikumeta Sûriyê nivîsiye ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bendava Ferêt radestî hikûmeta Sûriyê bike, HSD jî red dike.

Rojnameya El-Weten a nêzîkî rîjîma Sûrîyê li zarê berpirsekî Kurd ku navê wî eşkere nekiriye belav kiriye,li gor rêkeftinekê di navbera HSD û rêjîma Sûriyê di demek nêzîk de HSD dê bendava Ferêt radestî hikûmeta Sûriyê bike.

Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehmed di ji ajansek opozisyonê re red kir ku HSD bendava Ferêt radestî hikûmeta Sûriyê bike û ew nûçe bi dûrî ji rastiyê binav kir.

Îlham Ehmed herweha diyar kir ku, bendav ji kar ketiye û komîteyên teknîkî li ser çakirina wê kar dikin. Bi gotina Îlham Ehmed  bendav niha dest bi kar nake, ji ber ku zerareke meizn gihêştiye wê.

Operasyona kontrolkirina bajarê Tebqayê ji 21 Adara borî ji aliyê HSDê ve destpê kiriye û roja 15 Nîsanê karî derbasî nava taxên Tebqayê bibe. Roja 10 Gulanê jî HSDê bajara Tebqa û bendava Ferêt kontrol kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button