Break newsNûçeslide

HSD avakirina navendeke leşkerî li Şedadê ji opozîsyonê re red dike

Yekîtî Media 7/8/2017

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike ku operasyona kontrolkirina bajarê Dêrezorê bê wan were kirin û radigihîne, her aliyek bixwaze li navçeyên wan tevgerê bike, divê bi razîbûna wan be.

Serokê Giştî yê grûpa “Mexawîr El-Sewra” Muhend El-Telaa ji ajanseke opozîsyona Sûriyê re ragihandibû, danûstandinên wan bi Hevpeymaniya Navdewletî re berdewam in bo avakirina navendeke leşkerî ji wê hêzê re li devera Şedadê (60 K.M li başûrê Hesek).

HSDê jî di daxuyaniyekê de ragihand, her aliyê dixwaze tevgerê li deverên di bin kontrola wan de bike, divê bi razîbûna wan û bi hevrêzî ligel wan be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button