Hizbulah û rêjîma Sûrî li riyên nû bo veguhastina DAIŞ digerin

Hizbulah û rêjîma Sûrî li riyên nû bo veguhastina DAIŞ digerin

 Yekîtî Media 3/9/2017

Hepeymaniya Navdewletî rê nade çekdarên DAIŞê bigihin sînorê Iraqê, Hizbulaha Libnanî û artêşa rêjîma Sûriyê ji bo veguhastina çekdarên DAIŞê ji bo sînorê Iraqê, li riyeke din digirin.

Di dawiya meha borî de, rêjîma Sûriyê rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libananî û DAIŞê de pesend kir. Li gor rêkeftinê dê çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe ji herêmên sînorê Libnanê bo parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin.