Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hilterman: Kurd ji dil serxwebûnê dixwazin

Yekîtî Media 23/7/2017

Rêveberê Grûpa Qeyranên Navdewletî Joost Hilterman derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de dibêje, cudahiyeke cidî di navbera encamên referandûma vê carê li gel referandûma 2005ê nabe. Bi nêrîna Hilterman serxwebûn di demeke kin de pêk nayê.

Di hevpeyvînekê de li gel medyaya amerîkî Rêveberê Grûpa Qeyranên Navdewletî Joost Hiltermann diyar dike: “Ti ferqeke cidî di navbera encamên referandûma vê carê û ya sala 2005ê nabe. Wate kurd dê bêjin erê. Ev yek eşkere ye, ku her çi dibe bila bibe, kurdan ji dil serxwebûn divê.”

Bi baweriya Hilterman, encamên vê referandûmê, di dema danûstandinên li gel Bexdayê de, dê zêdetir desthilatê ji bo serxwebûnê bide Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button