Break newsNûçeslide

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniya PYD red kir

Yekîtî Media 11/1/2017

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de nûçeyeke PYDê bi derew binav dike û dibêje, ew cihê pêkenîn û nîşana asta nexweşiya nivîsakarên wê ye.

Daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî wek bersiv li hember daxuyaniyeke Desteya Parastinê ya Kantona Cezîrê ya girêdayî PYDê tê.

Duh Desteya Parastina Xweserî ya PYDê daxuyaniyek belav kir, tê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar dike û dibêje roja 3 vê mehê çend firokeyên şer ji binkeyeka leşkerî ya asmanî li Herêma Kurdistanê rabûne û devera Til Elo ya ser bi Cizîrê ve bombebaran kirine.

Herwiha Dizeyî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ligel redkirina ser û binê vê daxuyaniyê, ku tenê cihê pêkenîn û nîşaneya asta nexweşiya nivîsakarên wê ye, dibêjin diyar e kesên bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine, ma ka binkeya leşkerî li Herêma Kurdistanê heye?! Lê diyar e ew ne li ser hişê xwe ne!.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button