Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hicab: Îran hêzeke mezin li derdora Şamê kom dike

Yekîtî Media 3/6/2017

Serokê şanda danûstandkar yê Sûrî Riyaz Hicab ragihand, Îran hêzek mezin û çekan li Sûriyê kom dike.

Hicab ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re eşkere kir ku, Îran û mîlîşayên ser bi wê ve hêzeke mezin li başûr û derdora Şama paytextê kom dike.

Hicab amaje bi wê da, wî ligel berpirsên Wezarta Bergîriyê ya Amerîka guftûgo kiriye û ew agahdar e ku Amerîka derbarê kêmkirina rola Îranê di Sûriyê de tev digere. Hicab got jî, lê plana Amerîkayê ne zelal e.

Ji alyekî din ve Berdevkê artêşa Amerîkayê Ryan Dillon ragihand ku, Amerêka hêza xwe li başûrê Sûriyê li ser sînorê bi Urdinê xurtir kiriye û haydarî da hêzên Sûrî û Îranî ji bingehên wan nêzîk nebin.

Hicab amaje bi rola Sûidiyê kir û got, damezrandina Hevpeymaniya Îslamî li Riyazê dê yekem gav be, bo parastina navçê ji gefên mîlîşya û grûpên tundrew.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button