Break newsNûçeslide

Hêzên kurdî li Miştenûrê pêş dikevin

Kobanî – Hêzên kurdî li Kobanî ber bi Kaşê Miştenûrê ve pêş dikevin û balafirên hevpeymaniya navdewletî jî cihên DAIŞê bombebaran kirin.

Peyamnerê Rûdawê Imer Kalo li ser sînorê Kobanî ragihand ku hêzên kurdî ber bi Kaşê Miştenûrê ve pêş dikevin û balafirên hevpeymaniya navdewletî jî 4 caran cihên DAIŞê li derdora taxa Miştenûrê bombebaran kirin.

Kalo anî ziman ku rêya Termik û herwiha rêya Helebê li derdora Miştenûrê di destê hêzên kurdî de ye û got ku eger hêzên kurdî bi vê rêjeyê pêşve biçin wê di demeke nêzîk de bigihin ser Kaşê Miştenûrê.

Peyamnerê Rûdawê herwiha got tevî ku şerê kolanan sist bûye lê nêzîkî taxa Dabû û Sofiyan hin caran şerê kolanan diqewime.

Kalo diyar kir ku DAIŞê îro nêzîkî 15 topan avêtin taxên di bin destê hêzên kurdî de û pêşmergeyan jî bi tundî bersiva wan dan.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button