Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hewlêr û Bexdad: Kêşe wê bêne çareserkirin

Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Bexdadê tekez li ser wê yekê kirin ku ew berjewendiya giştî ya Êraqê di serî de berçav re derbas bikin û li gor stratejiyeke zelal kêşeyên di navbera herdu aliyan de lidarin çareser bikin.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro yekşemê bi tev şandekê serdana Bexdadê kir û ligel serokwezîrê hikûmeta Federal a Êraqê Heydar Ebasî dîdarek lidarxist.

Barzanî di hevdîtinê de tekez li ser wê yekê kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne bitenê ji bo berjewendiyên Herêma Kurdistanê lê ji bo berjewendiyên giştî yên Êraqê dixwazê rûpeleke nû ligel Bexdadê veke û wiha pê de çû: Kêşe û pirsgirêkên divê bêne çareserkirin hene, em bi riya hevdîtinan dixwazin ji bo çareseriyê stratejiyeke zelal û ron saz bikin û bal kişand ser bi wê yekê ku Êraq îro rûbirû li berember gefên rêxistina terorê DAIŞ û pirsgirêkên aborî de ye û ev yek di heman demê de şerê me hemûyane.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Federal da xuya kirin ku berjewendiya giştî ya Êraqê di ser her tiştî re ye, îro teror gef li hemû Êraqê dixwe ji ber vê çendê divê pirs û kêşe bêne çareserkirin û wiha berdewam kir; Em ne di wê baweriyê de ku wê kêşe li ser hîma desturê û dadweriyê bêne çareserkirin. Û tekez li ser wê yekê kir ku avakirina bingehên rast dê ligel xwe gav bi gav kêşeyan jî çareser bike.

PUKmedia / Bexdad

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button