Hevseroka berê ya HDP Serpîl Kemalbay hat binçavkirin

Yekîtî Media
Hevseroka berê ya HDPê Serpîl Kemalbay, jiber daxuyaniyên dijî operasyona ser Efrînê hat binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, jiber daxuyanî û axaftinên Serpîl Kemalbay ku derbarê operasyona ser Efrînê de dabûn, biryara girtina wî da.
Polîsê Stenbolê, îro êrîş bir ser mala Kemalbay, jiber kes li malê nebû, derî şikandin û ketin hundir û lêgerîn kirin. Kemalbay piştre li Stenbolê hat binçavkirin.

You might also like

Comments are closed.