Nûçeslide

Hevdîtinên Moskovê ti serkeftinê nabînin

97915Image1

Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e, rojên 26-27-28 Çile hevdîtinên di navbera rejîm û dijbereya Sûriyê bi navê (Forum Moskovê) pêk bên û kesayetiyên dijbereyê dibêjin ku, ew foruma ti serkeftinê nabîne.

Bi mebesta amadebûna wan di hevdîtinên navbera wan û nûnerên rejîma Sûriyê de. Rûsyayê 5 endamên Îtîlafa Niştimanî ya Hêzên Dijbereya Sûriyê weke kesayetî vexwendibûn, herwiha piştre 3 endamên din jî ligel Serokê Îtîlafê Xalid Xoce vexwendin.

Ji destpêkê ve hinekan ji van kesayetiyan ji Rûdawê re ragihandibûn ku ew bêyî erêniya Îtîlafê li vê forumê amade nabin, lewma ji nû ve jî van kesayetiyên Îtîlafê nameyên lêborînê ji Wezareta Derve ya Rûsyayê re şandin.

Herwiha biryar e bi awayekî fermî jî serokê Îtîlafê Xalid Xoce nameyekê bi heman şêweyî bişêne, piştî ku ew jî 16ê Çile weke kesayetî hate vexwendin. Wê ev nameya Xoce sedemên neamadebûna wan zelal bike.

Endamê Îtîlafê Ebdulbasit Seyda, ku ew yek ji wan kesayetiyên vexwendî ye, ji Rûdawê re ragihandin ku ew li Foruma Moskowyê amade nabin.
Ebdulbasit Seyda ji Rûdawê re got: “Me 5 kesayetiyên ku pêşî hatibûn vexwendin, roja 16ê Çile nameyeke hevbeş ji wezareta derve ya Rûsyayê re şand. Me tê de lêborîn derbarê neamadebûna xwe nîşan da.

Seyda wiha domand: “Herwiha me dît ku dem û rewş ne guncaw in ku em amade bibin, lê bi van mercan û bi neamadebûna Îtîlafê ez guman dikim ku Foruma Moskovê serketineke berçav nabîne.”

Ebdulbasit Seyad got: “Li gorî zanyariyên me, piştî eşkerekirina helwesta Îtîtlafê dibe ku hin kesayetiyên din ên vexwendî li derveyî Îtîlafê, careke din, derbarê Foruma Moskovê, li helwesta xwe vegerin.”

Di heman çarçoveyê de Cîgira Serokê Îtîlafa Niştimanî Nexem Xadirî ji Rûdawê re got: “Desteya Siyasî di Îtîlafê de biryar daye ku nabe endamên Îtîtlafê weke kesatyetî beşdariyê di Foruma Moskowyê de bikin. Di demekê de ku Moskov bi xwe beşek ji kêşeyê ye û alîgira rejîma Sûriyê ye, lewma Foruma Moskovê ti serkeftinê nabîne.”

Nexem Xadirê got: “Eger Foruma Moskowyê ji bo danûstandinan be, berê aliyên dijbereyê vê yekê pêk tînin, êdî pêwîstiya wan bi hevdîtinên Moskowyê nîne. Lê tenê Rûsya dixwaze bi vê gavê hebûna xwe bispîne.”

Li beramber vê helwesta Îtîlafa Niştimanî, Desteya Hevahengiyê ku piraniya wê ji dijbereya hundirû pêk tê, di daxuyaniyeke xwe de, di 17ê Çile de ragihandibû ku ew rêgiriyê li ber wan 4 kesayetiyên ku hatine vexwendin nake û ew serbest in ku herin û nerîna Desteya Hevahengiyê pêşkêş bikin.

Ango Desteya Hevahengiyê bi awayekî neyekser û bi berevajî helwesta Îtîlafa Niştimanî, li Foruma Moskovê amade dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button