Break newsNûçeslide

Hevbendiyê Qewîtiya Berdewamiya Kar Bi Tîma Dî Mistora Re Li Desteya Xwe Ya Siyasî kir

Desteya Giştî a Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiyê biryar da ku Desteya Siyasî raspêriyên xwe ên ku jê re hatine danîn di têkiliya bi şanderê taybet bo Sûryayê Stîvan Dî Mistora û tîma wî û Encumena Ewlehiyê derbarê têbinî û pirsên pêşkêşkirî de  berdewam bike.
Ev yek piştî ku Desteya Giştî di civîna xwe ya bilez de di 28- 30 Tebaxê (august) 2015 pilana ku şanderê Netewên Yekbûyî Stîvan Dî Mîstora bo Encumena Ewlehiyê pêşkêş kiribû , û hemû aliyên têkildar guftugo kiribû hat, herweha Desteya Giştî biryar da ku vegere lidarxistinê eger tiştin nû hebin.
Derbarê asteng, kelem, zehmetî, û binpêkirinên ku bi serê penaberên Sûrî de di dema dawî de tên, ku êşa wan  mezintir kir, Desteya Giştî  komîtek bo pêwendiyên bi dewletên  bi pirsgirêka penaberên Sûrî  têkildar e pêk anî, û wê jî dest bi karê xwe kiriye, şandên fermî  bo serdana weletên Ewrupî  bi rê kiriye, têkiliyên lezgîn bi hejmarek ji wezaretên karê derve li dewletên Yekîtiya Ewrupî bo gotubêjkirina pirsgirêka  penaberên sîrî, awayên peydakirina penaya aram û mirovahî a demkî, û misogerkirina rewşên  ku wan dûrî metirsya dixe kiriye.
Hevbendiyê girtin û baweriya xwe bi  bi nerîna çareya siyasî  li gor pêkanîna hêviyên milletê Sûrî di azadî û rûmetê de, û li gor daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Encumena Ewlehiyê û rewatiya navdewletî,  ku pêkanîna veguheztinek siyasî rastîn li ser bingeha lîsteyek demdar û destnîşankirî misoger bike tekez dike.
Hevbendiyê tekez kir ku divê encama  çareya siyasî veguheztina deshilatiyên cîbicîkirinê, zagonsaziyê, û dadwerîyê ji rejîma Esed bo desteyeke fermandar, veguhêz, û bi hemû desthilatiyan be, welat bixe riya jiyana dimuqratî, û pirnetewa siyasî, anku divê tu rol ji Esed û hevalbendên wî re di qonaxa veguhêz de yan di pêşeroja Sûrî de nemîne.
Desteya Giştî a Hevbendiya Niştimanî  paşgukirina pilana pêşinyarkirî ji binpêkirnên rejîma Esed  ên diyar û berdewam ji biryayrên Encumena Ewlehiyê nemre 2209 – 2139 têbîn kir, herweha paşguhkirina hemû awayên ku dibe xwîna xelkê Sûrî biparêze û êşa wî a ku rejîmê û milişiyên regezperist û tiror sedemên wê ne sivik bike.
Hevbendiyê bal kişand ku Pêşinyarên pêşkêşkirî  hemû kelemên ku rejîma Esed datanîn bo gavên avakirina baweriyê di warê mirovahî de bi awayekî pêkhatî û dirustkirî paşguh kirin, ev yek jî tê wateya nepeydakirina jîngehekê bo alîkariyê di guftugoyên siyasî  û bi sûd  de, jibilî dorpêçkirina pilanê û jihevxistina  wê bi awayekî hilbijartinî ji nûnerên gelê Sûrî, û danîna  kêşeyin neçar dibe  ku nûnertiya wan ji milletê wan re qels bike, û di heman demê de dihêle ku rejîm nûnerê xwe bi serbetî û bê tu astengî  hilbijêre.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button