Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştimanî Nameyekê Ji Encûmena Asayîşê Re Dişîne Têde Daxeaza Bizaveke Giştgîr Bo Parastina Sivîlên Sûriyê Dike

Hevbendiya Niştimanî ji Netewên yekbûyî xwest ku gerantiyan ji bo saxlemiya sivîlan bide û biryarên xwe cîbicî bike û doseya tewankariyên li Sûriyê dibin bişînin dadgeha tawanan ya navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî di riya Nûnerê xwe re li Netewên Yekgirtî Dr. Necîb Elxedban, nameyek radestî Encûmena Asayîşê kir, berî rûniştina wê li roja duşemê 21 çilê pêşî ya derbarê gotubêjkirina rewşa mirovî li Sûriyê, di nameyê de Hevbendiyê daxwaza bizaveke giştîr ji endamên Encûmenê kiriye, ji bo parastina sivîlan û bicihkirina biryarên xwe û garantiya dadgehkirin û lêpirsînê. 
Tê zanîn ku rewşa mirovî ya Sûriyê ji aliyê her pazde endaman ve hat gengeşkirin, ku ev bîst û sêyemîn cara e rewşa mirovî ya Sûriyê tête gengeşekirin, her ji derketina biryara 2139 ji aliyê encûmena asayîşê ve, tevî ku biryar daxwaza rawestandina sercem kiryarên tundutîjiyê li dijî sivîlan dike, lê her ji reşemeha 2014an ve bilindtirîn rêjeya kuştina sivîlan hatiye tomarkirin û rewşa mirovî kambaxtir bûye. 
Ev rewş di dema çend heftiyên bûrî de nehatiye guhertin, ku hêzên Esed û yên Rûsiya şerê xwe li dijî sivîlan li tevaya Sûriyê zêdrtir kirine, û gelek ji xelkên bêguneh ji jin û zarokan hatine kuştin di êrîşên bitewşî de li ser navçeyên rizgarkirî li Idlibê, berî bûrîna kêmtir ji 48 demjimêran ji derketina biryara 2254 ya encûmana asayîşê ya bi tevahiya dengan hatî standin. 
Hevbendiyê diyar kir ku “êrîşên roja yekşemê li Idlibê mînakek bitirs e li ser armanckirina sivîlan ku Rûsiya dide pêşkêş kirin, ku binpêkirinek aşkeraye ji biryara 2254an re, ya ku têde daxwazê ji hemû aliyan dike bi rawestandina êrîşan li dijî xelkê sivîl”. 
Hevbendiyê got”heger Rûsiya rijd be li ser pirosesa siyasî li Sûriyê , pêwîst e ku ew armanckjrina skvîlan rawestîne, û têkşkestina di vê yekê de wê metirsî be li ser pirosey viyêna û wê bikeve di berjewendiya girûpên radîkal de. 
Serokê Hevbendiyê Xalid Xoca jî roja yekşemê 21 çilê pêşî nameyek din ji encûmena asayişê re şand, ew name tevlî raporekê bû li ser kuştina sivîlên Suriyê di heyva çêreya paşîn de, û diyar kiriye ku êrîşên Esed û yên Rûsiya her ji heyva çêreya pêşîn de bûne sedema kuştina 932 sivîlan, anku biqasî 60% ji qorbaniyên Sûriyê di heman heyvê de, ku hejmara wan li gor navenda belgekirina binpêkirinan gihiştibû 1587 kesî. 
Herwiha bal kişandibû ku herdu derwazên Babelhewa û Babelselama hatine bombebarankirin, û ev yek bû sedema rawestandina tevgera hawarhatin û pirogramên mirovî yên ku xizmet bo bihezaran xelkên sivîl û koçberan pêşkêş dikirin, herwiha nanpêjgeha Idlibê jî hatiye bombebarankirin ku alîkarî dida 200 hezar kesê bajêr, tevî armanckirina parzûngeha ava vexwarinê li Hdlebê. 
Nameyê bal kişandibû ku 13 hezar penaber li ser sînorê Urdinê asê mabûn, yên vê dawiyê ji ber zêdebûna êrîşên esmanî yên Rûsiya reviya bûn , û ew panaber beşek bûn ji 260 hezar penaberên Sûriyê, yên ji êlûna bûrî ve bi sedema zêdebûna êrîşên bitewş koçber bibûn.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button