Break newsNûçeslide

Hevbendî Û Ketîbeyên Leşkerî Bi Helwesteke Hevbeş Li Ser Koçkirina Esed Tekez Dikin

Desteya Siyasî a Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî û nûnerên ketîbeyên şoreşgerî ku li Bakur, Başûr, orte, Şam û derdorê wê belavbûyî ne civiyan, li ser neqebûlkirina çi hebûnê ji Esed re di qonaxa veguhêz û pêşeroja Sûryayê de, herweha neqebûlkirina hemû hewldanên bo hiştina wî piştî ku milletê Sûrî bi sedê hezaran ji şehîdan danîn û bajar û jêrxaneya wê hate wêrankirin û bimelyonan ji xelkê wê koçber bûn tekez kirin.  
Herweha di daxuyaniyekê de ku vê sibehê ji hêla Desteya Siyasî ve derket tekezî li ser ku hebûna Rûsî li ser erda Sûrî bo parastina Esed  ji rûxandinê ne di xizmeta çareya siyasî de ye, kesên civiyayî  tekez kirin ku  Rûsya di tu deman de qet ne navgîn bû, lêbelê hevparê rejîmê bû, û ev  hebûna leşkerî wê rewşa Sûrî  li bin guhê hev bixe, êşê mezintir bike, kuştinê û wêranê bêtir bike.
Herweha beşdaran li ser lidarxistina kongirekî rojnamegerî  bo şîrovekirina helwestên wan yên hevbeş di rojên were de lihev kirin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button