Break newsNûçeslide

Hevbendî Namayekê Dişîne Ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî Re Têde Êrîşên Rûsiya Li Ser Sivîlan “Bimebest Û Pîlankirî” Dide Zanîn

Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Xalid Xoca, êrîşên dawiyê yên Rûsiya li ser Helebê şermazar kirin, ku bimebest nexweşxane û navendên pizîşkî û xwendingehan armanc dike; hevdem daxwaza vekişandina hêzên Rûsiya ji ser xaka Sûriyê kir.
Duhî 19ê reşemehê, Xoca nameyek şand ji encûmena ewlehiyê re, têde tekez kir ku êrîşên Rûsiya li ser nexweşxane û xwendingehên Sûriyê “bimebest û pîlankirî “ne, û balkişand ku cihên sercem nexweşxaneyan naskirî û belgekirî ne, û sivîlbûna wan ji aliyê desthilatên Rûsiya ve belî û diyar in. 
Herweha Xoca got ku biryara armanckirina dezgehên pizîşkî li Sûriyê tevî giringiya wan ya xizmetgozarî (anku ji ber giringiya wan xizmetgozariyan) ev bimebestiya armanckirina wan karekî stratîjîk yê Rûsiya ye ji bona jinavbirina jiyana sivîl di navçeyên di dest opozisyonê de, û guhertina wan bo navçeyên wêran ku nayên bikaranîn ji bona jîn û jiyanê. hevdem dazanîn ku guman nîne ku ev êrîş dibin ” tawanên şer yên metirsîdar”. 
Serokê Hevbendiyê di nameya xwe de daxwaz ji dewletên endam di NY de kir, bo vekirina vekolînekê der barê êrîşên roja duşemba bûrî li ser hin avahiyên nojdarî û xwendingehan li bakurê Helebê, û divê lêkolîn gerantiyê bide li ser destnîşankirina aliyê tawanbar, û herwiha daxwaza derketina bilaz ya hêzên Rûsiya ji axa Sûriyê kir. 
Herwiha daxwaza parastina sivîlan kir, ji êrîşên bitewşî yên ku heye di paşerojê de ji aliyê hêzên Rûsiya yan ji aliyê rêjîma Esed bên kirin, tevî sepandina navçeyeke vala ji bombebarankirinê li deverên Sûriyê, û gerantîkirina dadgehkirin û lêpirsîna di sercem tawanan de bi rêka veguheztina fayîlê Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî, û destpêkirina gilînameyan di riya dadweriya navdewletî re, û standina rêşûnên pêwîst bo dirustkirina dadgeheka tawnên navdewletî ya taybet bi fayilê Sûriyê. Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button