Break newsNûçeslide

Hevbendî: Lihevkirina Miyûnix Derfetek Bo Rawestandina Rijandina Xwînê Û Rizgarkirina Dorpêçkiryan e Eger Nêta Civaka Navdewletî Jidil Be

Endamê Hevbendiya Niştimanî û berdevkê Desteya bala ya ji Kongirê Riyadê hatiye bijartin Salim Elmislit diyar kir ko “Eger Jinên girtî ji zindanên Rêjîma Esed neyêne berdan û alîkariyên mirovî ji zarokan re neyêne şandin  ” ewê di danûstandinên Cinêvê yên dahatî de beşdar nebin.
Elmislit bêtir got ko Lihevkirina Miyûnixê derfetek e ji Civaka Navdewletî re ku kare sûdê jê wergire. Û destnîşan kir ji bo bidawîkirina lehiya xwînê û mirin û birçîbûn û dorpêçkirinê û bobelata ko Rêjîma Esed bi ser Sûriyê û Cîhanê de aniye, gerek hemû Alî jidil  kar bikin û vê derfetê jidest bernedin.
Elmislit hişyarî da derbarê hewldanên tevlîhevkirina rêkxistinên tirorist ji aliyekî ve û Alayên Şoreger û berên Artêşa azad ji aliyê dî ve, bêguman ew dê lihevkirinê têk bibe.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî got: “Tiştê ko Hevbendî kula wê dixwe ji vê Peymanê aliyê cîbicîkirinê ye, û ew gewherê kêşeyê ye, eger cîbicî bibe dê derfet hebe ji bo ber bi qonaxeke nû ve biçin ko wê têde  çareseriya siyasî pêk were”.
Mektebî bal kêşand ser ko di kaxezên lihevkirinê de pêrabûnine giring ji bo vekirina rêya danûstandinan hene, û eger li ser erdê pêk bên, bêguman ewê gaveke ber bi pêş ve be.
Mektebî tekez kir ko Miletê Sûrî pêdiviya wî bi viyana Nevdewletî heye da bendên vê Peymanê cîbicî bibin.
Berdewam kir: “Em tucaran li dijî vîna Miletê Sûrî ranawestin, lê divê qurbanî û armancên Milet li ber çavan bên dîtin.”
Mektebî destnîşan kir ko Hevbendiya Niştimanî Civaka Navdewletî dike pêşberî berpirsiyariyên wê , ji alî diyarkirina karê cidî û bi xurtî ji bo cîbecîkirina xalên sereke yên lihevkirinê. Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button