Break newsNûçeslide

Hevbendî Di Nameyekê De Bo Encûmena Ewlekariyê: Têkşikestin Di Cêbicêkirina Biryaran De Esed han da Li Ser Berdewamiya Tawana Dorpêçkirina Sivîlan 

Duhî êvarî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nameyek bi rêka balyozxaneya xwe li Amerîka radestî Encûmena Ewlekariyê kir bi rêka şanda Lîtwaniya û têde got: Em bi mixabinî biryara nivîsîngeha rêxerê karubarê mirovî li Netewên Yekgirtî dibînin ku destxweşiyê li ragihandina rêjîma Esdd dike li ser rêdan wê bo gihiştina alîkariyên mirovî bo Medaya, ku wî birçîbûn wek çek bikar anî ku ev bi xwe tawana şer e ku pêwîste li ser bête dadgehkirin ne destxweşî lê bête kirin bi danpêdana wî, nemaze ku biryara 2165 ya encûmena ewlekariyê di tekesta xwe de maf dide ajansên mirovî bo gehandina alîkariyan piştî haydarkirina hikûmetan bê wergirtina pesindkirina wan. 
Ku Nivîsîngeha Hemahengiya karubarên mirovî “OCHA” ragihand ku rêjîma Esed bi derengî û piştî bêhtir ji şeş heyvan ji dorpêçkirinê rê da bo gihandina alîkariyên mirovî bo Medaya.
Hevbendiyê di nameya xwe de daxwaza fişarên zêdetir kir li ser rêjîma Esed û tevî ramana di gihandina alîkariyan bi rêkên esmanî nemaze ji aliyê wan dewletên bi oparisyonên esmanî li dijî DAÎŞê dirabin. 
Hevdem Hevbendiyê bal kişand ku tenê dana sozan bi rêdana gihandina alîkariyan ne bese, û bal kişand ku heta niha rêjîmê derfet nedaye gihandina alîkariyên bilez, lê belê soz daye bi maweyê 4 rojan de, ev kar wê xelkên dorpêçkirî zêdetir ji birçîna bimirin. 
Hevbendiyê daxwaza gerantiyan ji encûmena ewlekariyê kir bi gihandina berdewam û ya bilez û bêmerc û bê danîna mercên pêşwext bo gihandina alîkariyan ji aliyê rêxistinên navdewletî û yê mirovî bo tevaya Medaya û navçeyên dorpêçkirî û cêbicêkirina biryarên encûmenê 2139 (2014) û 2165 (2014) û 2191 (2014) û 2258 (2015), herwiha Hevbendiyê gazî li rêxistinên navdewletî bo gihandina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî ku bi gihiştina wan bi xwe zehmet e bê razîbûna rêjîmê li ber çav were. 
Hevbendiyê di nameya xwe de tekezî li ser giringiya şermezarkirin û rûbirûbûna reftarê rêjîmê kir bi rêşûnên vebir, ji ber ku têkşkestina encûmena ewlekariyê di cêbicêkirina biryaran de bitenê dibe handan ji rêjîma Esed û çeteyên tayifegerî re li ser berdewamiya wan li ser tawana dorpêçkirina sivîlan. 
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiyê di5/1/2016an de nameyek şandibû bo Encûmena Ewlekariyê têde daxwaza bizaveke bilez kiribû bo cêbicêkirina biryarên encûmenê derbarê derbaskirina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî nemaze bo Medaya û navçeyên din, bi dirustkirina navçeyek vala ji bombebarankirinê ji ber rawestandina yekem bikujê sivîlan; bombebarana esmanî ya bitewşî ji aliyê rêjîma Esed û destdirêjiya Rûsiya. Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button