Break newsNûçeslide

Hesen Salih îdayên ragihandina PYD red dike

Yekîtî Media 8/6/2017

Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurd Hesen Salih îdayên malpera xeber 24 ya girêdayî PYD redkir.

Salih li ser rûpela xwe ya fêsbûkê nivîsî, ku ew agahiyên ku di malpera xeber24 de hatin weşan lidor serdana Ebdilbaqî Yûsif ji Qamişlo re ne rastin û derwein.

Herweha Salih got Yekîtî partiyek hevdûgirtî ye û pabendî pirsa miletê kurd e, li tev ku hin nerînên cuda hebin, lê ew asayî ne jiber pêşveçûnên kirîza Sûriyê.

Di dawiya postê de Salih tekez kir, ku partiya Yekîtî ji van pîlanan xurtir e û dê xebata xwe berdewam bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button