Break newsNûçeslide

Hesen Salih, binçavkirina Fesla Yûsif bi tundî şermezar dike

Yekîtî Media 12/5/2017

Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurd Hesen Salih li ser malpera xwe di tora civakî ya Fêsbûkê de binçavkirina serkirdeyên ENKSê û bi taybetî Fesla Yûsif ji hêla asayişa PYD ve bi tundî şermezar kir.

Hesen Salih nivîsand, ku binçavkirina neyasayî ji serkirdeyên ENKSê re û serbest berdana hineka ji wan û hiştina Mihsin Tahir û Fesla Yûsif û Emîn Husam, karekî ne berpis e ji aliyê PYD ve.

Herweha Hesen Salih nivîsî ku mirovahî li nik PYD tune ya jiber ku bi azadiya jinê bang dikin, û di heman demê de jineke xebatkar wek Fesla Yûsif binçav dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button