Hesen Rûhanî careke din wek Serokê Îranê hat hilbijartin
2017-05-20
154 Less than a minute
Yekîtî Media 20/5/2017
Telefizyona fermî ya Îranê serkeftina Hesen Rûhanî di hilbijartinan de û wek Serokomarê Îranê ragihand.
Wezareta Navxwe ya Îranê aşkere kir, 40 milyon kes beşdarî di hilbijartinên Îranê de kirin, ku doh birêve çûbû.
Çar berbijêr bo posta Serokomariya Îranê hebûn, ji wan Hesen Rûhanî Serokomarê berê, Îbrahîm Reîsî berbijêrê Parêzgeran, ku ji aliyê Rêberê Îranê Elî Xaminî û Artêşa Pasdaran pêştevaniya wî dikirin.