Break newsRaportslide

Hesekê: pertûka şêwekar ‘Umer Hemdî’ li Mutraniya Suryanên Katolîk hat imzekirin

Yekîtî Media 12/2/2017

Mutraniya Suryanên Katolîk li bajarê Hesekê ahengek bo imzekirina pertûka şêwekarê Sûrî yê cîhanî ‘Umer Hemdî’ lidarxist, ew aheng li navenda Mar Asya EL-Hekîm ya zanist û çandê , roja înê 10ê sibatê hat lidarxistin.

Herweha pêşangehek hat vekirin têde 25 tabloyên şêwekar Umer Hemdî hatin pêşkêşkirin.

Tê zanîn ku Umer Hemdî ‘ Malva’ ji malbateke kurd e , li gundê Til Nayif li bakurê Hesekê sala 1951ê jidayikbûye, û li bajarê Viyênayê li Nêmsa sala 2015 an koça dawî kir.

1 2 3

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button