Break newsNûçeslide

Hesekê : bargeha Hevgirtina Werzeşvanên Kurd hat xerakirin

Yekîtî Media 9/1/2017

Bargeha Hevgirtina Werzeşvanên Kurd li bajarê Hesekê, doh yekşemê 8ê çile, rastî êrîşekê hat ji rex girûpeke nenas, û alav û keristeyên bargehê hatin xerakirin.

Hejar Miho rêveberê Hevgirtinê ji Yekîtî Media re ragihand ku, kesin nenas derbasî bargeha Hevgirtinê bûn, û hin alav dizîn û keresteyên bargehê xerakirin, herweha logoya Hevgirtinê û ya ENKSê binpêkiribûn.

Hevgirtina Werzeşvanên Kurd sala 2012 an hate damezirandin, û ew yek ji saziyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button