Break newsNûçeslide

Heşda Şeibî pêgehên xwe li deverên sînorî asê dike

Yekîtî Media 1/6/2017

Hêzên Heşda Şeibî, ku ber bi sînorê di navbera Iraq û Sûriyê ve çûne, li devereke sînorî li bakurê bajarokê Beacê ku hîn jî di dest çekdarên DAIŞê de ye bicih bûne, ku riya sereke ya di navbera bajêrê Mûsil û Sûriyê ye ku berî niha ew rê dibin destê DAIŞê de bû.

Weke berpirsên Heşda Şeibî jî dibêjn, di wê prosesê de wan hejmareke gund û deveran bi dirêjahya sînor ji dest çekdarên DAIŞê derxistine û xistine jêr kontrola xwe.

Berpirsyarekî Heşda Şeibî jî li wê deverê dibêje, ew serast in ku wê bikarin di demeke nêzîk de tevahiya deverên sînorî kontrol bikin.

Tê gotin bicihbûna Heşda Şeibî li jêr bandora komara Îslamî ya Îranê ye û ji aliyekî ve ji bo piştevanîkirin li rêjîma Beşar Esed e. Ji aliyekî din jî ji bo vekirina rêyeke stratejîk e di navbera Îran û Sûriyê de, da ku Îran hebûna xwe li deverê ferehtir bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button