Break newsNûçeslide

Heşda Şabî : Amerîka li ser sînorê Sûriyê – Iraqê borduman hemberî hêzên me kirine

Yekîtî Media 9/8/2017

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) ew nûçeyên ku, Amerîka Heşda Şabî borduman kiriye bi derew derxist û diyarkir: “Ew nûçeyên ku Hêzên Hevpeymanan êrîşî Heşda Şabî kirine bi temamî derew in. Di dema tê diyarkirin de, tu çalakiyek an operasyonek Hevpeymanan li deverê rû nedaye”.

Li aliyê din Hêza Ketaib Seyid Şuheda di daxûyaniyek nivîskî de diyarkir: “Hêzên Amerîka li ser sînorê Sûriyê – Iraqê borduman hemberî hêzên me lidar xistin”.

Hin aliyên Heşda Şabî gef li Amerîka kirin û gotin ku, ew dê bersiva Amerîka bidin.

Herweha hatibû gotin ku, 36 çekdarên Heşda Şabî hatine kuştin û 80 jî brîndar in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button