Gotarslide

Herdem nayê derfet

Gav ku mirov dikeve kûraya dîrokê gelek tiştan dibhîze .

Carinan tên derfetên baş ji bo mirovan yan ji bo netewan yan jî bo deveran ji xaka zemînê, lewra nav lê dibe derfetên zêrîn yan jî astengî û zehmetiyên giran.

Lê di hemû qunaxan de dimîne liv û bizava mirov ji boy bûyera ku hatiye holê û bi taybet ew kesê ku xwe bexşandiye bo pirsgirêkeke hêja û xwedî nirx, mîna pirsa kurd ya ku bindest maye bi sedê salan .

Bo vê yekê nemerê bi nav û deng Hoşimîn   gotiye ” mirovê ku ji dil xebatê neke wê herdem barê bindestiyê bikşîne” ev bo siyastmedar û hişmend û her weha şoreşgêr û welatparêzên kurd li hemû deveran.

Gelo derfet ji vê çêtir bi çi awayî tê, berçave ku pirs û kaxeza kurdî berz bûye û îro bi nav û denge li hemû cîhanê , em tev dibînin û dibihîzin ku firkgeha Hewlêra paytext cih lê ne maye bo danîna firokeyên alîkariyên mirovî, û li hêlek dîtir alîkariyên çekan yan jî şandên ku serdana Hewlêr û serokê herêma Kurdistana başûr dikin bo pêdiviyên gelê kurd.

Gelo ne derfetek zêrîne gava ku dewleta Emrîka û hevpeymanên wê Encumana Niştimanî ya Kurd agehdar dike û jêre dibêje, yekrêziya xwe peydabikin û mala kurdî li rojava bi rêk û pêk bikin û em jî piştevaniya we dikin wekû hevpeymana navnetewî .

Bo vê tê xwestin û pêwîste di vê qunaxa zêrîn de kar û xebat ji hêla herdû encumanên Kurdî wekû erkekî dîrokîye di vê demê de.

Bajarê bindedestbûyî û talankirî Kobanê berçava û tê dîtin û li ser sînorê hemû herêmên Kurdistana rojava ev rêxistinên tundrew yên bi şev û roj pilanan datînin bo tunekirina miletî Kurd .

Lewra tê xwestin yekrêziya hemû gelê Kurd bilez bo bervaniya xaka pîroz Kurdisatn .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button