Break newsNûçeslide

Helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo li Qamişlo koça dawî kir

Yekîtî Media 9/6/2017

Helbestvan û nivîskarê bi nav û deng Ferhadê Içmo li Qamişlo koça dawiyê kir.

Êvara roja Çarşemê li bajarê Qamişlo, helbestvan û nivîskarê binav û dengê, Ferhadê Içmo li Nexweşxaneya Ferman koça dawiyê kir.

Biryare cenazeyê wî li goristana taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî bê veşartin.

Ferhadê Içmo ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawiyê kir û di meha Hizêrana sala 2016ê de bi mebesta çareseriyê seredana Başûrê Kurdistanê kiribû û piştre jî vegeriyabû Qamişlo.

Ferhadê Içmo di 15ê meha 12 sala 1961ê de li gundekî Qamişlo jidayik bûye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button