Break newsRagehandinslide

Heft binkeyên leşkerî yên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê hene

Yekîtî Media 5/7/2017

Artêşa Amerîka 7 binkeyên wê yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hene.

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset”  re ragihand, artêşa Amerîka 7 binekyên û firokxaneyên leşkerî yên li navçeyên rojhilata çemê Ferêt li navçeyên di bin kontrola HSD û YPGê de damezrandine û diyartirîn binke jî firokxaneyeke mezin û pêşketî ya li Kobanê ye.

Herwiha di lîstê de 2 firokxane li Hesekê û Qamişlo hene, yeke din li Dêrikê, firokxaneyek li Girê Spî û navendeke leşkerî li Minbicê hene, ku bi giştî yek hezar û 300 leşkerên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî lê bicih dibin.

Ji bilî wan 7 binkeyan, binekeyeke din li Tinif ya li ser sînorê Sûriye – Iraq – Urdinê heye. Herwiha dengoya damezrandina binkeyeke din li Şedadê ya Hesekê li nêzîkî parêzgeha Dêrezorê heye.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button