Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

HDPê Serpîl Kemalbay li cihê Fîgen Yuksekdag hilbijart

Yekîtî Media 21/5/2017

HDPê kongreya xwe ya awarte ya 3emîn lidarxist. Di kongireyê de di şûna Hevseroka berê Fîgen Yuksekdag de Serpîl Kemalbay bi 275 dengan hate hilbijartin. Di kongreya HDPê de ji 1034 delegeyan tenê 284 kesî beşdarî di kongreyê de kir.

Piştî ku parlamenterî û endamtiya Fîgen Yuksekdag ya HDPê hate xistin HDPê ji bo ku hevseroka xwe ya nû hilbijêre ji neçarî kongereya xwe ya awarte ya 3emîn li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li Enqerê bire serî.

Di kongreya HDPê de Serpîl Kemalbay bi 284an dengên delegeyan di şûna Fîgen Yuksekdag de bû Hevseroka nû ya HDPê. Di destpêka kongreyê de nameyên Demirtaş û Yuksekdag hatin xwendin. Demirtaş di nameya xwe ya ku ji aliyê Berdevkê HDPê de Osman Baydemîr ve hate xwendin ve diyar kir ku ew ê dev ji aştiyê bernedin û wiha got; Ev nayê wê wateyê ku me berpirsiyariya xwe bi temamî aniye cih. Hemû hevkarên me, rêvberên partiyê û saziyên me divê hewl bidin ku Plana Têkoşîna Aştî û Demokrasiyê” amade bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button