Break newsNûçeslide

HDP: Referandûma serxwebûna Kurdistanê mafekî demokratîk û rewa ye

Yekîtî Media 14/7/2017

Partiya Demokratîk a Gelan HDPbi daxûyaniyek nivîskî, dîtina xwe derbarê Referendûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand û diyarkir ku, Referandûma serxwebûna Kurdistanê mafek demokratîk û rewa ye.

Lijneya Rêvebir ya HDPyê îro derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê de daxûyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ko Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên xwe yên digel hikûmeta navendî mijara serxwebûnê dibe referandûmê. Biryara referandûmê  ko xelk viyana xwe bikartîne  biryarek demokratîk e. Ji bo diyarkirina mafê dahatûyê jî maefeke rewa ye.

HDP di daxûyaniya xwe de dibêje ew hêvî dikin ko encama referandûma serxwebûna Kurdistanê xizmet ji aşitiyeke mayînde û demokrasiyê re bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button