Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hadî EL-Amirî: em Şerê Pêşmerge nakin

Yekîtî Media 17/8/2017

Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir ya ser bi Heşda Şeibî ve Hadî Amirî ragihand, dengoyên dibêjin Heşda Şeibî û Pêşmerge rûbirûyî hev bibin ne rast in, ti carî şerê Pêşmerge nakin.

Îro şanda Encûmena Bilind a Referandûmê li Bexdayê ligel hejmarek ji serkideyên Iraqê civiyan, destpêkê jî ligel Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî civiya.

îro şanda Herêma Kurdistanê ligel Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir ya ser bi Heşda Şeibî ve Hadî Amirî civiya û di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de Amirî got. “Behskirina rûbirûyî Heşda Şeibî û Pêşmerge ne rast in. Pêşmerge di xizmeta gelê Kurdistanê û Iraqê de ye. Ti careke din şerê Pêşmerge nakin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button