Break newsNûçeslide

Grûpên Îslamî gundên Efrînê topbaran dikin

Yekîtî Media 19/6/2017

Grûpên çekdar ên li herêma Ezazê gundên Efrînê û devera Şehba yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) topbaran dike.

Grûpên çekdar ên li Ezazê yên ku Tirkiye piştevaniyê dide wan, îro ji destê sibê ve dest bi topbarankirina gundên ser bi Efrînê kirin.

Li gor zanyariyan, topbarana li ser gundên Enab, Tinib, Şwarxa, Kiştiyar, Qestel Cindo, Cilbir û Qitmê heta niha berdewam e.

Ew gund ku dikevin başûr û rojhilatê Efrînê û nêzîkî herêma Ezaz ne Heta niha ziyanên ji encama wê toparanê nehatiye aşkerekirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button