Break newsNûçeslide

Grûpên Îslamî Efrînê topbaran dikin

Yekîtî Media 28/6/2017

Grûpên Îslamî yên li bajarê Ezazê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê topbaran dike.

Rojnamevan Ayanda Koran ji K24ê re got, Grûpên Îslamî yên li bajarê Ezazê ji şeva borî ve, gundên Qestel Cindo, Malikiye, Miranaz û Eyn Deqnê yên ser bi navçeya Şera ya Efrînê bi dehan topan armanc dike.

Ayanda Goran da zanîn jî, ku ji demekê ve ye artêşa Tirkiyê hêzeke xwe ya mezin li ser sînorê bi Ezazê re kom kiriye.

Ji aliyê xwe ve ajansên nêzîkî YPGê ragihandin, şervanên YPG û YPJê bersiva topbaranê didin.

Ev êrîşa li ser Efrînê di demekê de ye, ku duh medyayên Tirkiyeyê ragihandibûn ku Arteşa Tirkiyeyê û grûpên opozîsyona Sûriyê li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.

Ew gund ku dikevin başûr û rojhilatê Efrînê û nêzîkî herêma Ezaz ne, ji berî cejna Remezanê ve jî hatibûn topbarankirin. Herwiha ew grûpên çekdar ên li Ezazê bi dehan welatiyên Efrînê li deriyê Selema ya Sînorî girtibûn.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button